Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bi dehan ciwan revandin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarê Efrînê ya dagirkirî dane ajansa me, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êvarê bi dehan ciwan revandin.
Çavkaniyan da zanîn ku li taxa Eşrefiyê tenê nêzî 20 ciwan hatine revandin û diyar kir ku hemwextî revandina ciwanan, gule hatin teqandin, înternet û ceyran jî 5 saetan li ser taxên bajarê Efrînê hatin birîn.
Hefteya borî li Efrînê 3 şênî; Şukrî Ehmed Oso (65), Mihemed Ehmed Derwîş (55) û Mistefa Îso hatibûn qetilkirin.


