Cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê şehîd Kamîran Til Temir (Salim El Salim) li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê Hesekê hat definkirin.
Piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Qewas sersaxî ji malbata şehîd, hêzên leşkerî û saziyên Rêveberiya Xweser re xwest û got: “Şehîd mohreke birûmet hişt û em hînî dersa rûmet nayê kirîn, xak nayê firotin, lê hêja ye mirov xwe ji bo wê feda bike, kirin ku nayê jibîrkirin.”
Ji fermandarên QSD’ê Hisên Salim jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Hisên El Salim soza domandina rêya şehîdan da.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd Kamîran Til Temir bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spart axê.



