Li paytexta Meksîka Meksîkoyê, li dijî êrîşên rêxistinên sûcê ku bi polîtîkaya dewletê pêş dikevin bi banga ciwanan çalakî tên lidarxistin.
Di şerê polîs û ciwanan de 120 kes birîndar bûn.
Li dijî polîtîkayên ewlekariyê yên hikumetê û ji ber ku hikumet pêşiyê li sûcên tundiyê yên rêxistinên sûc yên li welêt nagire, bi taybet jî rêxistinên hişbirê, nerazîbûneke mezin li Meksîkayê heye.
Li hemberî vê, roja Şemiyê ji aliyê hezaran kesî ve çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Li gorî Midûrê Emniyetê yê Meksîkoyê di rageşiyê de 100 polîs û 20 xwepêşander birîndar bûne û 20 kes jî hatine binçavkirin.
Polîsan bi gazên rondikrêj êrîş kirin, xwepêşandaran jî bi keviran bersiv dan.
Ji ber ku pêşî li êrîşên tundiyê yên rêxistinên sûcê nayên girtin, siyasetmedarên di nava hikumetê de karên nelirê dikin û ji bo ciwanan perpektîfeke siberojê pêşkêş nakin ji aliyê ciwanan ve tên rexnekirin û protestokirin.
Serokê Dewleta Meksîkayê îdîa kir ku banga protestoyê ne fikrê ciwanan e û berpirsiyarî avêt ser hin siyasetmedarên muxalîf.
Ji derveyî paytext Meksîkoyê li eyaletên din ên welêt jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.



