Akademiya Şehîd Şervan ya Hêzên Erka Xweparastinê li bajarê Hesekê îro bi merasîmekê dewreyeke perwerdê bi dawî kir.
Di dewreyê de 350 şervanên ku ji 3 beşên leşgerê pêk dihat cihê xwe girtin.
Şervanan di nava 3 mehên perwerdê de dersên siyasî û leşkerî û rêbazên xweparastinê dîtin.
Di merasîma derçûnê de yek ji Fermandarên Erka Xweparastinê Mîlîtan Efrîn ji Ronahî tv re axivî û bang li ciwanên li derveyî welat kir û got:
Pêwîste îro ciwanên me xwedî li ax, dîrok û hebûna xwe derkevin û cihên xwe di nava Erka xweparastinê de bigirin.



