Binpêkirin û zextên li herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û yên hikûmeta veguhêz zêde dibin.
Siyasetmedarên Helebê jî ev kirinên dijî mirov li dijî gel û jinan şermezar kirin.
Siyasetmedaran destnîşan kirin ku polîtîkayên şaş ên hikûmeta veguhêz a Sûriyê, bûye sedema bêbaweriyê di navbera hikûmet û civakê de.
Siyasetmedarên li Helebê li ser sûc û binpêkirinên berdewam li herêmên Sûriyê yên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û hikumeta veguhêz de, axivîn.
Siyasetmedaran der barê bandorên van binpêkirinan li ser aramiyê û pêkanîna çareseriyek berfireh li welêt de hişyarî dan.
”Berdewamkirina binpêkirinan têkçûna hikûmeta veguhêz nîşan dide”
Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê a Helebê Wefîq Hebîb diyar ku tevî hilweşîna rejîma Baasê jî binpêkirina ranewestiyan, sedema wê jî “destwerdanên derve ye” ku bi destwerda Tirkiyê ji sala 2012`an ve dest pê kiriye û got:
Efrîn, ji dema ku di sala 2018’an de hatiye dagirkirin heta îro, êşa sûcên berdewam ên li dijî mirovan û xwezayê dikişîne.
Hebîb rexne li Hikûmeta Veguhêz kir ku sozên xwe yên ji xelkê peravê re dan bi cih neanî û dibêje:
Sûcên wek kuştin, revandin, dizî û tecawizkirinê ku hatine belgekirin, baweriya di navbera civaka Sûriyê û hikûmetê de hilweşandiye.
”Sozên ji bo vegera koçberan nayên pêkanîn”
Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Lewend Elo diyar kir ku herêmên dagirkirî, wek Efrîn, Serêkanyê, û Girê Spî, ji hêla Tirkiyê û çeteyên wê ve têne birêvebirin û bi nav di bin kontrola rêveberiya Hikûmeta Veguhêz de ne û wiha bi lêv kir:
Hikûmeta veguhêz, tevî peymana 10’ê Adarê û sozên xwe yên dubare, ti gavên rastîn ji bo vegera koçberan neavêtiye.
Elo her wiha bêdengiya hikumetê ya di der barê dizîna berhema zeytûnan de şermezar kir.
”Li herêmên dagirkirî û yên hikûmeta veguhêz zextên dijî jinan didome”
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Helebê Zelîxa Reşîd diyar kir ku 11 meh di ser hilweşîna desthilatdariya Baasê ve derbas bûn, lê tu guhertinek rastîn çênebûye, bi taybet ku Tirkiyê hîna herêman dagir dike û binpêkirina, bi taybet li dijî jinan, berdwam in.



