Thursday 2026/06/18
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mêr daketin qadan

November 20, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mêr daketin qadan
Share on FacebookShare on Twitter

Bi sedan mêrên li kantonên Reqa, Tebqa, Firat û Cizîrê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û tundiya li dijî jinan şermezar kirin.

Çalakiyên bi boneya 25ˊê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Li kantonên Tebqa, Reqa, Firat û Cizîrê, ji bo piştgiriya doza rizgariya jinan û şermezarkirina şêweyên tundiya li dijî wan, 4 meş hatin lidarxistin.

TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi dirûşma “Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komunal ava bikin” meşek ji bo mêran li dar xist.

Di meşê de bi sedan mêr, nûnerên sazî, meclisên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hêzên ewlehî yên kantonê amade bûn.

Meşê ji pêş Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê dest pê kir û li pêş avahiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya rawestiya. Li wir hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Tebqayê Ehmed El Xelef axivî. El Xelef got: “Em ji bo piştgiriya xwe bi doza jinan re nîşan bidin derketine vê meşê. Ev dozeke civakî ye û bingeha çareserkirina tevahî pirsgirêkan e. Avakirina jinana zana ya azad avakirian civakeke demokratîk a komunal e.”

El Xelef destnîşan kir ku ew bi fikra neteweya demokratîk û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne ku di nivîsên xwe de cihê jinê bingeh girtiye.

Meş bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

REQA

Li kantona Reqayê di meşê de endamên saziyên sivîl û leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran amade bûn.

Meşê ji pêş avahiya Meclisa Giştî ya Reqayê dest pê kir û gihaşt Qada Jinê. Li wir hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Reqayê Xedîm El Îdan axivî û diyar kir ku divê ew bi hev re civakeke demokratîk ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan ava bikin.

El Îdan di dawiyê de got: “Divê em mêr, bibin bendav û pireke xurt ji bo gihandina jinê ber bi aştî, azadî û demokrasiyê ve bibin.”

DIRBÊSIYÊ

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê bi tevlêbûna mêr, ciwan û endamên saziyan meşek li dar xist.

Meşê ji Qada Jina Azad heta Şaredariya Gel a bajêr dewam kir. Di meşê de dirûşmên “Na ji tundiya li dijî jinan re”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Li wir endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Dirbêsiyê Mesoc Mihemed axivî û diyar kir ku têkoşîna jinan di dirêjahiya dîrokê de, piştî avakirina pergala baviksalariyê, sedema mayîna civak û mirovahiyê bû.

Mihemed diyar kir ku bi hezaran jinan piştî avakirina tevgera rizgariya Kurdistanê berê xwe da çiyayên azad ku têkoşîna rizgariya jinê bidomînin û îro encamên wê bi pêvajoya avakirina civaka demokratîk a komunal derdikeve holê.

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Siûd Dirbas anî ziman ku Şoreşa 19ˊê Tîrmehê şoreşa jinê ye û li ser wê bingehê pergala hevkar di saziyan de hat avakirin û mafên jinan misoger kir.

Meş bi diruşmên şermezarkirina tundiya li dijî jinê û silavkirina berxwedana jinan a li dijî tundî û desthilatdariyê bi dawî bû.

KOBANÊ

Bi sedan mêrên bajarê kantona Firatê li dijî tundiya li ser jinan meşiyan.

Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta bi Qada Aştî çû. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatin hildan û dirûşmên “Jiyan, Jiyan, Azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.

Li Qada Aştiyê, endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Firatê Şêro Mistefa axivî û diyar kir ku jinê li hember hişmendiya desthilatdar li ber xwe da û wiha got: “25`ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e. Em her tim ji bo tundiyê têkoşîn û berxwedana xwe xurtin bikin. Divê her kes ji bo şikandina hişmendiya desthilatdariyê têkoşîn bikin û her kes bi azadiya xwe jiyan bikin.”

Mistefa da zanîn ku ji bo azadiya jinan divê berxwedana xwe xurtir bikin û anî ziman ku: “Bi avakirina tevgera azadiya jinan re, jin bûn pêşengên mirovahiyê.”

Meş bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Previous Post

NÛÇE SAET/1/-20-11-2025

Next Post

Êrişa Rûsyayê li ser herêma ternopîl ê Ukraynayê de herî kêm 26 kes mirin

Weşana girêdayî

Erebeyeke endmaên hêzên ewlekariya Hikumeta Demkî rastî êrîşeke çekdarî hat
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Erebeyeke endmaên hêzên ewlekariya Hikumeta Demkî rastî êrîşeke çekdarî hat

Ji ber rewşa debarê ya xirab 2 roj e rê girtine
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Ji ber rewşa debarê ya xirab 2 roj e rê girtine

Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Parêzgarê Hesekê û Koma Serokomariyê civiyan
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Parêzgarê Hesekê û Koma Serokomariyê civiyan

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye