Rûsya doh êrişeke berfireh li Ukraynayê dabû destpêkirin.
Ji êrişê herî zêde herema Ternopîl bandor bû, ku herî kêm 26 kes mirin.
Neteweyên Yekbûyî êrişên Rûsyayê şermezar kir.
Rûsya bi dron û moşekan êrişeke mezin li heremên Ukraynayê da destpêkirin.
Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê di şevê de 476 dron û 48 mûşek avêtine, bi bandor piraniya parastina wê ya hewayî asteng kirine.
Ji wan herêman li Ternopîlê di êrişan de herî kêm 26 kes hatin kuştin, 93 kes jî birîndar bûn.
Li herêma ternopîlê 3 roj şîn hat ragihandin
Her wiha li Ternopilê, ji 19 heta 21ê Mijdarê sê roj şîn ji bo qurbaniyên êrîşa şeva borî ya Rûsyayê hat ragihandin.
Hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin, û tê ragihandin ku zêdetirî 160 xebatkarên rizgarkirinê li herêmê dixebitin.
NY êrişên Rûsyayê li ser Ukraynayê şermezar kir
Têkîldarî êrişên Ukraynayê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek da.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de got:
“Ez dikarim bibêjim ku Sekreterê Giştî êrîşên mûşekî û dronan ên Rûsyayê yên li ser deverên cûda yên Ukraynayê bi tundî şermezar dike.”
Stephane Dujarric diyar kir ku êrîşên li dijî sivîlan û binesaziya sivîl li Ukraynayê qanûna mirovî ya navneteweyî binpê dikin û got:
“Êrişên li ser sivîlan li her deverê ku çêdibin nayên qebûlkirin û divê tavilê werin rawestandin.”
“Rûsya ji 128 welatan 18 hezar welatiyên biyanî tevlî şerê li dijî Ukraynayê kir”
Li aliyê din Sekreterê Baregeha Koordînasyona Girtiyên Şer Dmitry Usov, derbarê welatiyên biyanî yên ku di eniya Rûsyayê de li dijî Ukraynayê şer dikin axivî.
Dmitry Usov da zanîn ku ew bi awayekî teqez 18 hezar kesên biyanî di eniya Rûsyayê de tespît kirine.
Dmitry Usov destnîşan kir ku Rûsyayê ji sala 2023’yan vir ve toreke berfireh a tevlîkirina leşkeran li çaraliyê cîhanê ava kiriye.
Usov diyar kir ku di destpêkê de, hejmara peymanên ku ji hêla biyaniyan ve bi hêzên çekdar ên Rûsyayê re hatine îmzekirin mehê bi sedan bû, lê paşê mehê gihîşt bi hezaran.
Her wiha Usov destnîşan kir ku Rûsya hîn daxwaza guhertina yek welatiyê biyanî nekiriye, ji bilî welatiyên Koreya Bakur.
Nûnerekî ji Navenda Koordînasyonê got:
“Nêzîkî hezar welatiyên Nepalî di salên 2023-2024’an de bi artêşa Rûsyayê re peyman îmze kirin.”
“Plana Trump ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê hin herêman dide Rûsyayê”
Li gel vê yekê li gorî agahiyan, plana Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê dayîna hin herêmên rojhilatê welêt dide Rûsyayê.
Li gorî Axios, rayedarekî Amerîkî got ku Qesra Spî bawer dike ku ger şer berdewam bike, Ukrayna dê li gorî plana nû axa xwe ji Rûsyayê winda bike, û ji ber vê yekê “gihîştina rêkeftinekê niha di berjewendiya Ukraynayê de ye.”
Plana 28 xalî ya Trump bi bandor kontrola tevahî ya herêmên Luhansk û Donetskdide Rûsyayê.
Her wiha tê destnîşankirin ku herêma Donbasê, ku Ukrayna dê jê vekişe wê were bêçekirin.
Plan parastina xetên kontrolê yên heyî li herêmên Xerson û Zaporijya, û bi rêya danûstandinan vegerandina hin axa li wir ji aliyê Rûsyayê ve dihewîne.



