Amerîka biryar da ku beşdarî civîna G20’an nebe.
Serokê Afrîkaya Başûr di daxuyaniyek xwe de gotibû ku Amerîka dixwaze beşdarî civînê bibe.
Qesra Sipî daxuyaniya Arfîkaya Başûr wek dijî Amerîka binav kir û bi tundî daxuyanî red kir.
Qesra Spî, di daxuyaniyekê de bal kişand ser civîna G20’an û teqez kir ku Amerîka beşdarî civîna bilind a G20’ê ya ku di dawiya vê hefteyê de li Johannesburgê tê lidarxistin nabe.
Berdevkê Qesra Sipî daxuyaniyên Serokê Afrîkaya Başûr ku dibêje; Washington dixwaze beşdarî civîna bilind bibe red kir.
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt got:
“Amerîka dê beşdarî hevdîtinên fermî yên G20 li Afrîkaya Başûr nebe.”
Her wiha Karoline Leavit daxuyaniya serokê Afrîkaya Başûr li dijî Amerîka binav kir û diyar kir gotinên Serokê Afrîkaya Başur ji hêla Qesra Sipî ve nehatiye pêşwazîkirin.



