Konseya Rêvebirên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî biryarnameyek li dijî Îranê derxist.
Wek bersiv Îranê jî îdîa kir ku ew biryar li ser zexta Amerîka û Ewropayê çêbûye.
Her wiha Îranê peymana Qahîreyê betal kir.
Het ragihandin ku lijneya Rêvebirên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî biryarnameyek derxist û bang li Îranê kir ku bi tevahî û tavilê bi ajansê re hevkariyê bike.
Her wiha ajansê ji Îranê xwast ku agahiyên berfireh li ser depoyên xwe yên uranyuma dewlemendkirî û destûrê bide mofetîşên ajansê ku herin navendê nukleerî yên welêt cavdêrî bikin.
Metna vê biryarnameyê dibêje ku Îran, li gorî biryarên navneteweyî yên ku di Îlona 2025’an de hatine îmze kirin, Îran mecbûr e ku hemû çalakiyên têkildarî dewlemendkirin û ji nû ve hilberandina uranyûmê, di nav de lêkolîn, pêşkeftin û projeyên ava giran, rawestîne.
Li gorî Reutersê, pêşnûmeya biryarnameyê ya ji aliyê Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê ve li dijî Îranê hatiye amade kirin, hefteya borî ji welatên endam ên ajansê re hatiye şandin.
Îran peymana qahîreyê bi ajansa atomî re bi dawî kir
Di bersiva pejirandina biryara nû ji aliyê Lijneya Rêvebirên Ajansa Etomî a navdewletî ve, Wezareta Derve ya Îranê daxuyaniyek da û îdia kir ku ew biryar neqanûniye.
Wezarete ragihand ku wê lihevkirina 9’ê Îlonê ya bi Ajansê re li Qahîreyê, betal kiriye.
Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku biryara Lijneya Waliyan “di encama zextên” Amerîka, Almanya, Fransa û Brîtanyayê de li ser welatên endam ên vê saziyê hatiye derxistin.
Heman demê wezareta derve ya Îranê 3 welatên Ewropî û Amerîkayê bi “ferzkirina” vê biryarnameyê li ser Lijneya Waliyan tawanbar kir.
Wezaret Îdîa kir ku van welatan “nêzîkatiyek bêberpirsiyar” girtine û hewl dane ku “ajansê wekî amûrek ji bo zextê li ser Îranê bikar bînin”.
Her wiha ji Îranê hatiye xwestin ku Protokola bicîh bîne û agahdariya bêkêmasî li ser rewşa stokên uranyuma dewlemendkirî û tesîsên di bin ewlehiyê de pêşkêşî Ajansê bike.
Wezareta Derve ya Îranê îdia kir ku ev biryarname “bi karanîna serdestiya hejmarî ya koma Rojavayî û piştgirên wê di Lijneya Waliyan de ye.



