Di rojên dawî de sûc û binpêkirinên dewleta Tirk li dijî welatiyên Minbicê û gundewarê wê ve zêde bûne.
Li dijî van sûcan û bi armanca şermezarkirinê û daxwaza cezakirina sûcdaran gel xwepêşandanên girseyî li dar xistin.
Di 16ˊê Mijdarê de, çeteyan êrişî şêniyekî gundê Meqte Hecer Kebîr kir û 100 dolarê wî dizî û wî birîndar kirin.
Di 17’ê Mijdarê de jî çeteyên Firqeya 80″ şêniyê bi navê Ebdullah El Mûsa Kuşt.
Di heman heftiyê li ser bendên kontrolê yên li başûrê Minbicê pere ji welatiyan standin, telefon û motorsiklêtên wan desteser kirin.
Xelkê Minbicê di 18’ê Mijdarê de bi daxwaza hesab ji sûcdaran were xwestin xwepêşandanek girseyî lidarxistin.
Her wiha mamosteyên Minbicê jî ji bo nîşandina dijberiya xwe li hember sekinandina mûçeyan çalakiyek protestoyî lidarxistin.
Karker û xebatkarên Navenda Heyva Sor jî li pêş navenda xwe der barê biryarên derxistin çalakiyek protestoyî organîze kiribû.
21’ê Mijdarê jî bi sedan şêniyan û rûspiyên eşîra El Ewn xwepêşandanek girseyî ji bo cezakirina kujerê Ebdullah El Mûsa lidarxistin.



