Di êrişeke Îsraîlê li başûrê Beyrûtê fermandarekî payebilind yê Hizbullah hat kuştin.
Doh Hizbullahê kuştina fermandarekî xwe yê payebilind ku di êrişeke Îsraîlê li Beyrûtê de hat kuştin eşkere kir.
Li gorî Hizbullahê fermandarê hat kuştin Heysem Elî Tabtabaî ye û bi navê “Seyid Ebû Elî” dihat nasîn.
Beriya wê bi çend saetan artşa Îsraîlê êrişeke asmanî pêk anî û ragihand ku wê êriş li dijî Tabtabaî (fermandarê Hizbullahê) pêk aniye.



