Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê 350 şehîd bi bîr anîn û ji çalakî, merasîm û bibîranînan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê holek vekir.
Şehîdên hatine bibîranîn; endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şervanên QSDˊê, YPJ û YPGˊê, gerîlayên HPGˊê, sivîlên di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûne.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Fatme El Casim axivî. Fatme da zanîn ku ew bejna xwe li beramber tevahî şehîdên azadiyê ditewînin.
Di merasîmê de sînevîzyona rêwîtiya van şehîdan hat pêşkêşkirin. Di dawiya merasîmê de hat diyarkirin ku ew ê li ser şopa şehîdan bin û armancên wan heta serkeftinê bidomînin.
Hola nû ya li pakrewangehê hatiye vekirin, ji bo çalakiyên malbatên şehîdan e û wê piştre wêneyên şehîdên Qamişloyê lê bên daliqandin.
Çaverê ye hola nû ya li pakrewangehê cihekî taybet a rêxistinkirina çalakiyên taybet bi malbatên şehîdan be û dê piştre wêneyên şehîdên pakrewangehê lê bên daliqandin.



