35 rêxistin, partiyên siyasî û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin li hemberî êrişên mezhebî, koçberiya bi zorê û komkujiya li ser nasnameyê ew bi Elewiyan re ne.
35 rêxistin û partiyên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên mezhebî yên li dijî pêkhateya Elewî, êriş û binpêkirinên bi heman rengî yên li Sûriyeyê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew li hember bûyerên li herêmên Elewiyan û rageşiya ji çend rojan ve li bajarê Humsê ku diqewimin, bi fikar in û wiha hate gotin,
Partiyên siyasî: Hêzên hikûmetê êriş teşwîq kir û sivîl ne parastin
“Komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dikanên li taxên bajarê Humsê şikandin, mal şewitandin, şênî tirsandin û ji malên wan derxistin.
Li gorî şahidan, hêzên hikumetê ne ji bo parastina sivîlan destwerdan kir, lê ji bo hêsankirina karên van koman û parastina wan destwerdan kir.”
Partiyên siyasî: Hikûmeta veguhêz kiryayên rejima berê dubare dike
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, li piranî deverên Elewî lê hene, xwepêşandanên şermezarkirina êrişên mezhebî yên xeternak û daxwaza federaliyê li Sûriyeyê hatin lidarxistin lê hêzên hikumeta veguhêz bi avêtina guleyan li dijî xwepêşandêran bersiv da.
Tevger û partiyên siyasî diyar kirin tawanbariyên serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri ji bo van xwepêşandanên aştiyane ku dibêje “ji aliyên derve ve hatine birêxistinkirin” dubarebûna xîtaba rejîma berê ye.
“Hikûmeta veguhêz bi awayekî wekhev nêzîkî pêkhateyan nabe”
Hat diyarkirin ev xîtab bi carekê Sûriyeyê ava nake û wiha hate gotin,
“Hikumeta veguhêz di pêvajoya xwe ya çend mehan de îsbat kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê yek nagire û naxwaze pirrengiya Sûriyeyê ku hêza vî welatî û xweşikbûna wî ye, biparêze.
Îsbat kir ku di aliyê bikaranîna tundiya li dijî sivîlan, pêkanîna xîtaba mezhebî û tesfiyekirina hevrikên xwe de ji rejîma hilweşyayî ne cuda ye.”
Partiyên siyasî: Em piştgiriyê didin pêkhateya Elewî
Di dawiyê de partî û rêxistinan piştgiriya xwe ji pêkhateya Elewî re ragihandin û wiha gotin,
“Em daxwaz dikin ku bi lez û adilane her kesên beşdarî van sûcan bûne, çi komên çekdar dibe çi jî saziyên ewlehî dibe werin darizandin.
Çareseriya bingehîn a krîza Sûriyeyê nivîsandina destûreke nû ya demokratîk e ku hemû pêkhateyên Sûriyê beşdar bibin.
Em bang li Civaka Navnetewî û Komkara Erebî dikin ku bi berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî yên parastina sivîlên Sûriyeyî rabin û ji bo rawestandina binpêkirinan û destpêkirina pêvajoya siyasî ya rasteqîn zextê bikin.”



