Li bajarê Kefer Tixarîm ê gundewarê Idlibê teqînek xurt çêbû û di encamê de gelek kes birîndar bûn.
Li ser sedema teqînê hîn agahî bi dest neketine. Li gorî agahiyên destpêkê, teqîn piştî êrişa bi balafira bêmirov qewimî.
Lê li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan teqîn li depoya cebilxanan a girêdayî yek ji komên çekdar rû da.
Di encama wê de heya neha hejmara birîndaran bi zelalî nehatiye diyarkirin.



