Nivîsgeha Jinan a Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de xebatên meclisê hatin nirxandin û plansaziya sala bê hat danîn.
Di civînê de nêzî 400 jinên xebatkarên komîn, meclis, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Kongra Star, Saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî, amade bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê hevseroka Meclisa Giştî ya her du taxan Hêvîn Silêman şehîdên Şoreşa 19ˊê Tîrmehê bi bîr anîn. Hêvînê bal kişand ser pêwîstiya rola jinan di xebatên birêxistinkirina civakê de, ji ber ku ew ji destpêka dîrokê de pêşeng e. Li kêlek wê jî behsa girîngiya hevgirtina jinan bi hev re û misogeriya temsîlkirina adilane di tevahî warên jiyanê de kir.
Dûre dîwanek ji endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Meclisa Giştî Şêrîn Şêxo, hevseroka Meclisa Giştî Hêvîn Silêman û berdevka Koordînasyona Kongra Star a Helebê Rîhan Elo pêk tê, hat tayînkirn.
Paşê endama rêveber a Radyoya Şehba FM Ronahî Yûsiv nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê komîn û bihêzkirina jinan xwendin.
Cîgira Meclisa giştî Dunya Bekir jî rapora salê ya Nivîsgeha Jinan xwend. Di raporê de xebatên nivîsgehê di salekê de kirine, amar û hejmarên komîteyên girêdayî nivîsgehê hatin diyarkirin.
Der barê xebatên nivîsgehê de sînevîzyonek hat pêşkêşkirin. Piştî sînevîzyonê beşdaran nêrînên xwe der barê raporê û rewşa rêxistinî de pêşkêş kirin.
Civîna salane bi van biryaran bi dawî bû:
Perwerdeyên îdeolojî û meslekî û girîngiya rêbaza xîtabê li ser ragihandinê.
Lidarxistin çalakiyan û bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.
Vekirina dayîngehekê ji bo zarokan û peydakirina firsetên kar ji bo jinan.
Aktîfkirina komînan, avakirina komîteyan û hilbijartina komînan.
Vekirina dewreyên xwendinê li taxa Benî Zêd ji bo jinan.



