Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Minbicê ciwanek gulebaran kir, di encamê de bi giranî birîndar bû, ev yek bû sedema hêrs û nerazîbûnên berfireh di nava şêniyan de.
Nûçegihanê me ji Minbicê ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker rasterast gule li ciwanê bi navê Hesen El Casim li gundê Dewlî yê li gundewarê başûrê Minbicê barandin, di encamê de ew bi giranî birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin. Niha rewşa wî ya tenduristiyê pir xirab e.
Li gorî agahiyan, çeteyan ciwan ji bo 10 dolarên Amerîkî gulebaran kirine.
Ev bûyer û zêdebûna sûc û binpêkirinên çeteyan, bû sedema nerazîbûn û hêrsa şêniyên herêmê.
Ji dema dagirkirina bajarê Minbicê ve, sûc û binpêkirinên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li nava bajarê Minbicê zêde bûne.



