Li bajarê El Kesira yê kantona Dêrazorê konferansa komînan hate lidarxistin, konferans li ser girîngiya pêşxistina mekanîzmayên xebata hevbeş û xurtkirina hevkariyê ji bo serkeftina rola komînan di rêvebirina civakê de, her wiha berpirsiyariya wan di rêxistinkirina kar û pêdiviyên welatiyan de piştrast kir.
1’emîn konferansa komînan, bi dirûşmeya “Divê hemû xebatên civakî ji komînan dest pê bikin” li bajarê El Kesra yê Dêrazorê hate lidarxistin.
Endamên meclîsên bajarokan, endamên meclîsan, komîn û komîteyan, her wiha Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a kantonê beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê de, şêwirmendê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Dêrazorê Şiyar Mihemed, girîngiya pêşxistina mekanîzmaya karê komînê û xurtkirina hevkariya hevbeş ji bo serkeftina wê di rêveberiya civakê de destnîşan kir.
Hevseroka Meclisa Gel Huda El Xenam diyar kir ku ev konferans konferansa dawî ye di rêze konferansên ku li ser asta bajêr têne lidarxistin, piştre wê konferansek giştî ya kantonê roja Pêncşemê, 27’ê Mijdarê, li Hola Meclisa Rêveber a li herêma El Memilê were lidarxistin.
Di dema konferansê de, beşdaran li ser rola komînan di rêveberiya civakê de û berpirsiyariyên ku ew di bicihanîna rola xwe wekî bingeha sereke a civakê de hildigire nîqaş kirin. Beşdaran teqez kirin ku têgeha “komîn”, tevî ku di demên dawî de hatiye bikar anîn jî, gavek girîng e ber bi hêzkirina nişteciyan ve ji bo rêxistinkirina karûbarên xwe û çareserkirina hewcedariyên xwe.
Konferans bi pêşkêşkirina pêşniyarên pratîkî di warên xizmetguzarî, tenduristî û rêxistinî de bi dawî bû.



