Libnan û Qibirsa Başûr peymanek derheqê xêzkirina sînor îmze kir.
Tirkiye nerazîbûna xwe nîşan da û got ku ev gav mafê Qibirsiyên Tirk bin pê dike û ew vê yekê qebûl nakin.
Hikûemta Tirkiyê diyar kir ku îmzekirina peymana xêzkirina sînor di navbera Libnan û Qibirsa Başûr de, mafên Qibirsiyên Tirk li gravê bin pê dike.
Roja çarşemê Libnan û Qibirs peymana xêzkirina sînorê bejahî îmze kir û ev jî rê de ku li gazê bigerin û hevkariyê di warê enerjiyê de bikin.
Wekî tê zanîn ku Tirkiye Hikûmeta Qibrisa Yûnanstanê nas nake û ew tenê danpêdanê bi Komara Qibrisê ya Bakur dike.



