Tevgera Çand û Hunerê bi wesîleya salvegera 47’an a damezirandina PKK’ê (Cejna Berxwedana Neteweyî) 47 deqeyan çalakiya peykerê zindî li dar xist.
Çalakiya 47 peykerên zindî li çerxerêya Dêrê (Kenîsê) ya taxa Til Hecer bajarê Hesekê bi dirûşma “Ne dawî ye, destpêkeke nû ye” pêk hat.
Di vê çalakiyê de ku şêniyên bajar û endamên saziyên amade bûn, peyker 47 deqe ku nîşaneya 47 salên têkoşîna PKK’ê ye hate danîn. Girse di dema danîna peyker de dirûşme berz kirin.
Çalakiya 47 deqeyên peykerê zindî wê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were.



