Di çarçoveya rêze konferansên ku herêm û bajarên de îro konferansa komînên bajarê Eyn Îsayê hat lidarxistin.
Di konferansê de pergala civakî û rêxistinî ya komînên demokratîk li gorî peymana civakî ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hat xwendin.
Beşdarên konferansê pergala komînan gotûbêj kirin û bal kişandin ser girîngiya çalakirina rola komînan.
Ji rêveberên Kongra Star, Ruqeya Mihemed bal kişand ser girîngiya rol û tevlêbûna jinan di pergala komînan de û destnîşan kir ku jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kevirê bingehîn ê avakirina civakê ne, ji komînê bigire heya hemû saziyên din ên herêmê.
Piştî gotûbêjên berferh konferans bi çend encamên sereke bi dawî bû, wek pêşxistina hişmendiya komunal, aktîvkirin û rêxistinkirina hêzên parastina civakê di her komînê de, avakirina komînên jinan û parastina ewlehî û aştiya navxweyî.
Lidarxistina vê konferansê di çarçoveya amadekariyên lidarxistina konferansa gitş ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, pêk hat.



