Zelenskî ragihand ku Rûsyayê di hefteya dawî de li Ukraynayê nêzîkî hezar û 400 dron, hezar û 100 bombeyên hewayî û 66 moşekên cuda bi kar anîne.
Li gorî agahiyan li heremên cuda yên Kîevê 14 kes birîndar bûn.
Êrişên Rûsyayê li ser heremên Ukraynayê bi giranî dewam dike.
Zelenskî derbarê êrişên dawî de li ser hesabê xwe yê Telegramê agahî parve kir û got:
“Êrişên bi vî rengî her roj diqewimin. Tenê vê hefteyê Rûsan li hemberî gelê me nêzîkî hezar û 400 dronên êrişkar, hezar û 100 bombeyên hewayî yên rêber û 66 moşek bi kar anîn.”
Serokê Ukraynayê destnîşan kir ku ji ber vê yekê girîng e ku welat her roj berxwedana xwe zêdetir bike û diyar kir ku ew hewceyî moşek û pergalên parastina hewayî ne.
Zelenskî dibêje ew ê bi hevkarên xwe re ji bo aştiyê bi awayekî çalak bixebitin, alîkariya bidawîkirina şer bikin.
Li gorî daxuyaniya Zelenskî, tenê şeva borî Rûsyayê bi 2 moşekên balîstîk ên “Îskender-M” û 122 dronan êrişî Ukraynayê kir.
Pergalên parastina hewayî piraniya armancan bêbandor kirin.
Kîev û derdora wê dîsa bûn armanc
Di êrişa hevgirtî ya şeva 29’ê Mijdarê de herêma Kîevê bûn armanca sereke.
Li 5 navçeyên cuda yên herêmê bi giştî 14 kes birîndar bûn.
Li Brovarî du qatên jorîn ên avahiyeke 9-qatî hilweşiyan û agir derket; xaniyên taybet û wesayît zirar dîtin.
Piştî êrişa Rûsyayê li Vîjgorodê hejmara birîndaran zêde bû
https://www.ukrhaber.com/blog/rus-saldirisi-sonrasi-vijgorodda-yarali-sayisi-artti-aralarinda-cocuklar-da-var/
Piştî ku hêzên Rûsyayê êvara 29’ê Mijdarê bi dronên êrişkar êrişî Vîjgorodê ya girêdayî herêma Kîevê kirin, hejmara birîndaran bi awayekî girîng zêde bû.
Di êrişê de bi giştî 19 kes birîndar bûn, 11 ji wan rakirin nexweşxaneyê.
Ev agahî ji aliyê Serokê Îdareya Leşkerî ya Herêma Kîevê Mîkola Kalaşnîk ve bi rêya Telegramê hate ragihandin.
Herwiha hate ragihandin ku li bajêr 2 avahiyên apartmanê, 14 xaniyên taybet, karsaziyek û 7 wesayît zirar dîtin.
Pergalên parastina hewayî heta saet 09:00’ê sibehê bi giştî 104 balafirên bêmirov ên cureya Şahid imha kirin an jî bêbandor kirin.
Li 13 cihên cuda yên welêt lêdanên moşekên balîstîk û dronên êrişkar hatin tomarkirin, li 2 herêman jî bermahiyên dronên Rûsî yên hatine xistin bûne sedema zirarê.
Di şevê de li herêmên Kîev, Odesa, Sumî û Çernîhîvê dengê teqînan hate bihîstin.



