Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, Siwêdaya bi topa barankirin, di encamê de welatiyek hat kuştin.
Çavkaniyên ji Siwêdayê ragihandin ku hêzên Hikûmeta Veguhêz yên li gundewarên rojavayî Siwêdayê bi cih bûn, hin topên hawinan avêtin taxên bajêr.
Di encamê de, welatiyê bi navê Wîsam Semûr ji ber birînê xwe yê giran jiyana xwe ji dest da.
Li gel wê jî zirarên madî li gelek malên welatiyan çêbûn.
SOHR: Li Himsê nêzî 50 kes hatin girtin
Li Himsê jî Hêzên Hikûmeta Veguhêz bi ser gundê El Mutearid de girtin.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku di dema serdegirtinê de, enterinet û telefon li ser gund qutbû û çekdaran nêzî 50 kes ji malbatên navdar yên gund weke Ebûd, Xerfan û Şehûd, girtin.
Çavdêriyê diyar kir ku li gel serdegirtinê de, rewşek metrsiyê ket nava welatiyan û gelek ciwanên gund xwe di nava zeviyan de veşartin.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê da zanîn ku kesên hatin girtin eşkenc û lêdana tund li wan hate kirin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.



