Salek bi ser dagirkirina Şehbayê re derbas bû.
Bi boneya salvegerê koçberên Efrîn û Şehbayê yên li bajarê Hesekê dimînin daxuyaniyek dan.
Daxuyanî ji aliyê Endama rêveber a Meclisa kantona Efrîn û Şehbayê Efrah Hisên Elî ve hat xwendin û têde hat gotin:
Koçberî û dagirkirina Efrînê di 2018ˊan de destpêka pêvajoya giran a êşê bû.
Her du koçberî sûceke sîstematîk, binpêkirina aşkera ya yasayên navneteweyî û mirovî ye.
Bi hewla guhertina demografîk, çewisandina nasnameya çandî û dîrokî ya gelê Kurd e.
Lê em gelê ku tu carî teslîm nabin e, vîna me ji hemû hewlên şikandinê yan jî koçberkirinê bi hêztrin.
Veger me mafekî me ya rewa ye.
Em têkoşîna xwe ji bo vegerandina xaka xwe didomînin û li şopa şehîdên xwe ne.
Di dawiya daxuyaniyê de jinan bang li rêxistin û desteyên navneteweyî kir ku bi erkên xwe li hemberî bi hezaran malbatên ku êşên koçberiyê dikişînin rabin .



