Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Ehmed El Şeri re xwest ku têkiliyên baş bi Îsraîlê re ava bike.
Donald Trump bi lêv kir ku ev têkilî firseteka dîrokî ya aştiyê ji bo herêmê ye.
Donald Trump da zanîn ku Ehmed El Şeri ji bo misogerkirina têkiliyan bi Îsraîlê re û pêkanîna têkiliyeke demdirêj di navbera Sûriye û Îsraîlê de, xebatên cidî dike.
Trump li ser platforma Truth Social diyar kir ku Amerîka ji bo gihandina hikumeta veguhêz rêya reformê, dixebite.
Donald Trump: Têkiliya bi Îsraîlê ji bo Ehmed El Şeri firseteke dîrokî
Her wiha destnîşan kir ku pêwîstî bi avakirina dewleteke rasteqîn û geş heye.
Di dawiyê de Donald Trump got ku têkiliya bi Îsraîlê re ji bo El Şeri firseteke dîrokî ye û divê ev yek ji bo aştiya li Rojhilata Navîn were biserxistin.



