Li herêmên sînorî yên Quneytra û Deraayê di meha Mijdarê de 74 tevgerên derbasbûna Îsraîlê nava axa Sûriyeyê pêk hatin.
Di 3 ji van êrişan de, di navbera hêzên Îsraîlê û komên xwecih de pevçûn derketin.
Ya herî berbiçav êrişa dawîn a li ser bajarokê Bêt Cin ê Şamê bû, di encamê de herî kêm 15 sûriyeyî hatin kuştin û 20 kesên din birîndar bûn, her wiha 6 leşker û efserên Îsraîlê jî birîndar bûn.
Heta niha aliyên fermî yên Sûriyeyê li hember van kiryaran bê deng in.
Li gorî nirxandin û şîroveyên hin raporên medyaya Îsralê, armanca Îsraîlê, pêşî li veguhastina çekên bo başûrê Sûriyeyê bigire, hewlên ji bo avakirin an xurtkirina xalên çavdêriyê li nêzî Girên Colanê asteng bike.
Ev zêdebûna tevgera Îsraîlê, bi taybetî li gundên Quneytra û gundewarên rojavayê Derayê, di nava şêniyên herêmê de fikarên mezin çêdike.
Li gorî şêniyan di hefteyên dawîn de tevgera dronan û teqînên şevê zêde bûye.



