Aloziya di navbera peşmergeyên PDK’ê û şêniyên gundê Lacanê de dewam dike.
Hêzên ewlehiyê êrîşî endamên ragihandinê yên Kanal8 û NRT kirin û alavên wan desteser kirin.
Ji 29’ê Mijdarê ve li derdora Rafineya Laza ya navçeya Gwer a Hewlerê di navbera eşîra Herkî û hêzên PDK’ê de alozî heye.
Şêniyên Lacanê ji bo ku di Rafîneya Lanazê de bixebitin çalakî li dar xistibûn û hêzên PDK’ê jî bi guleyan êrîşî şêniyan kiribûn. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû, gelek kes hatine binçavkirin.
Li gorî Kanal8’ê, hêzên ewlehiyê bi wesayîtên zirxî li gund noqteyên kontrolê danîne.
Hate ragihandin ku li Xebatê jî leşkerên PDK’ê yên bi cilên sivîl, hîna jî li ser erk in.
Hêzên ewlehiyê du caran êrîşî tîma Kanal8 kirin û dest danîn ser alavên wan.
Tîma televîzyona NRT’ê jî, li Xebatê hate binçavkirin û piştî dest danîn ser alavên wan hatin berdan.
Gelek kesên ku duh ji Lacanê bi zorê ji malên xwe hatin derxistin, li derdora gund kon vedane.



