Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 6 gerîlayên ku di sala 2022’an de di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne eşkere kir û ew bi rêzdarî bibîranîn.
HPG’ê diyar kir wan bi destana berxwedanê navên xwe li dîrokê nivîsandin û ji gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan re sersaxî xwest.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel-HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 6 gerîlayên di sala 2022’an de şehîd bûne eşkere kir û ew bi rêzdarî bibîranîn.
HPG’ê diyar kir têkoşîna 2022’yan bi asta berxwedanê û destanên lehengiyê mohra xwe li dîroka 41 salan a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xist û wiha got,
” Gerîla ji Bakurê Kurdistanê bigire heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, li hember çekên kîmyewî û her cûre teknolojiya şer bi fedaî li ber xwe da û derbên giran li dijmin dan.
Berxwedana gerîlayan di serî de bi çalakiyên fedaî û operasyonên şoreşgerî di sala 2022’yan de mezin bû, nîşanî dost û dijminan da ku Tevgera Azadiya Kurdistanê nayê tasfiyekirin.
Hevrêyên me Sîdem Egîd, Bozan Kendal Kerboran, Zagros Hêvî, Şoreş Tebqa, Zagros Med û Yilmaz Dersîm ên ku ruhê fedaî yê Apocî temsîl dikin, bûn pêşengên têkoşîna sala 2022’yan.
HPG’ê destnîşan kir her 6 gerîlayên şehîd ji bo parastin û azadiya gel li dijî êrîşên înkar, îmha û dagirkeriyê yên dewleta Tirk têkoşiyan, roleke dîrokî lîstin û got,
“Têkoşîna fedaî ya li çiyayên Kurdistanê geş kirin, bandor li ser gelê me yê welatparêz ê li seranserê cîhanê kirin û wan li dora Tevgera Apocî kom kirin.
Hevrêyên me yên ku bi destana berxwedaniyê navên xwe li dîrokê nivîsandin, ji gelê me re bûn çavkaniya hêvî, hêz û moralê.
Hevrêyên me yên ku bi wêrekiya xwe ya bilind îlham da hemû ciwanên Kurdistanê û rê nîşanî wan dan, ji bo pêşeroja azad a gelê me bê hesab ber bi şehadetê ve meşiyan.”
HPG’ê di dawiyê de sersaxî ji gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan re xwest û soza serxistina têkoşînê dubare kir.
Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Sîdem Egîd
Nav û Paşnav: Zeynep Kaplankiran
Cihê Jidayikbûnê: Stenbol
Navê Dayik û Bav: Sema-Mîthat
Dîrok û Cihê Şehadete: 12’ê Cotmeha 2022’yan / Zap

Nasnav: Bozan Kendal Kerboran
Nav û Paşnav: Alî Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik û Bav: Selîme-Îsmaîl
Dîrok ûCihê Şehadete: 17’ê Hezîrana 2022’yan / Garê

Nasnav: Zagros Hêvî
Nav û Paşnav: Muhammed Saadetxan
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik û Bav: Nazdar-Îsmaîl
Dîrok û Cihê Şehadete: 29’ê Cotmeha 2022’yan / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şoreş Tebqa
Nav û Paşnav: Fûat Mustafa
Cihê Jidayikbûnê: Tebqa
Navê Dayik û Bav: Sabah-Îbrahîm
Dîrok û Cihê Şehadete: 5’ê Mijdara 2022’yan / Zap

Nasnav: Zagros Med
Nav û Paşnav: Sînan Can
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik û Bav: Zeynep-Abdulkadîr
Dîrok û Cihê Şehadete: 5’ê Mijdara 2022’yan / Zap

Nasnav: Yilmaz Dersîm
Nav û Paşnav: Diyar Nasiro
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayik û Bav: Zahide-Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadete: 26’ê Hezîrana 2022’yan / Zap



