Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ya ji bo kesên astengdar nîşan da.
Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi boneya Roja Navneteweyî ya Kesên Astengdar, ku her sal di 3ê Kanûnê de tê pîrozkirin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya xwe de, desteyê bal kşand li ser rola girîng a kesên astengdar di civakê de, û baweriya xwe ya bi hêza wan û tevlêbûna wan a çalak di warên cûda yên jiyanê de nîşan da.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku xurtkirina mafên kesên astengdar hewce dike ku hemû astengiyên ku entegrebûna wan di civakê de sînordar dikin, werin derbaskirin, çi astengiyên madî, civakî, an qanûnî bin.
Desteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê bi rêya bername û înîsiyatîfên ku karînên astengdaran zêde dikin, da ku karibin rola xwe ya xwezayî û çalak di pêşkeftinê de bilîzin, piştgirya vê beşê civakê bike.



