Li bajarê Humsê kesên nenas bombeyeke destan avêt dikanekê, di encama wê de xwediyê dikanê birîndar bû.
2 çekdarên nenas êrişî dadgeha bajarê Meyadînê yê gundewarê Dêra Zorê kir.
Li gorî agahiyan doh bi şev 2 kes ku rûyê wan girtî bû û li ser motosîklê bûn, bombeyeke destan avêtin dikaneke li taxa Edewiya ya Humsê.
Di encamê de xwediyê dikanê birîndar bû, û li dikanê jî ziyanên madî çê.
2 çekdar li Dêra Zorê êrîşî dadgeha meyadînê kirin
Her wiha 2 çekdarên nenas bombeyek destan avêtin dadgeha bajarê Meyadînê yê gundewarê Dêra Zorê.
Hat diyarkirin ku êrişkar hatin girtin.
Endamê parlamentoyê berê li Banyasê ji aliyê çekdaran ve hat kuştin
Şêx Xalid Xadûc jî li pêşiya mala xwe li Kolana El-Şerîka ya li Banyasê ji aliyê çekdaran ve hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.
Heta niha nasnama sûcdaran û sedema kuştina wî nehatiye zanîn.
Li gorî agahiyan ku Şêx Xalid Xadûc berê endamê Meclisa Gel a parlementoya Sûriyê bû.



