Ji ber hatina demsala zivistanê re pileyên hewayê ketine û şêniyên Wargeha Mexmûrê li benda Hikumeta Iraqê ne ku gaza spî bide.
Lê belê ev demeke ne Hikumeta Iraqê û ne jî Neteweyên Yekbûyî (NY) pêwistiyên penaberên Mexmûrê pêk tînin.
Hevberdevka Komîteya Têkiliyên Karên Derve Eyşê Marînos diyarkir ku ji ber hatina zivistanê pêwîstiyên xelkê wargehê bi gaza spî heye.
Her wekî anî ziman ku ji ber hatina zivistanê, Hikumeta Iraqê neçare pêwistiyên zivistanê bide hemû penaberên wargehê ”
Eyşê destnîşankir ku bi sedan malbat nexweşên wan ên kronîk hene.
Hevberdevka Komîteya Têkiliyên Karên Derve Eyşê Marînos di dawiyê de got:
“Iraq sozan dide lê pêknayine.
Em hêvî dikin ku piştî hilbijartinan xwe vegerek çêbibe û bi erkên xwe rabin.”



