Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê panelek bi dirûşmeya “Diyaloga nîştimanî ya giştî bingeha avakirina Sûriya nû-yekbûna helwesta sûriyeyî” lidarxistin.
Panel li hola civînan a MSD`ê ya li taxa Şêxmeqsûdê pêk hat.
Di panelê de kesên axivîn û diyar kirin ku divê xebatek hevbeş pêş bikeve û gotin:
“Partiya Sûriya Pêşerojê armanc dike ku ji bo avakirina Sûriya nû divê xebatek hevbeş pêş bikeve.
Nabe tu pêkhate ji vê xebatê were dûrxistin.
Di heman demê de divê veguherînek demokratîk a bi kalîte di jiyana siyasî û aborî de pêk were.
Divê saziyên dewleta neteweyî yên berfireh werin avakirin û destûrek li ser bingeha sîstemek demokratîk a nenavendî were nivîsandin.”
Herî dawî beşdaran jî diyar kirin ku hinek komele, rêxistin û partiyan roleke sereke di têkoşîna li dijî gotinên nefretê de lîstin û girîngî dan diyaloga nîştimanî.



