Şaredariya Gel a bajarê Hesekê 300 dar li hin kolan û qadên bajêr çandin.
Şaredariyê ev kampaniya bi hevkariya rêxistina (Sibe Xweştir e) pêk anîn.
Ev 300 dar li hin qad û deverên wekî Çerxerêya Salihiyê, Çerxerêya Sinaa, Çerxerêya El Nisir, Çerxerêya Kevokê û Çerxerêya El Selam, hatin çandin.
Şêniyên bajêr yê ku alîkarî bi şaredariyê re dikin diyar kirin ku ev kampaniya bi armanca xweşikirina bajar pêk hatiye.
Her wiha şêniyan dan zanîn ku divê hemû kes ji bo başkirina rewşa bajar tevbigerin.



