Hêzên Ewelakariya Hundirîn ya Herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê bi aramanca hêşiyarkirina ji madiyên hişbirê, li gelek bajarên herêmê rêzesemîneran dide, Îro jî çalakiya xwe li Kantona Firatê dewam kir.
Semîner bi hevkariya rêveberiya têkoşîna dijî madeyên hişbir û zanîngean hate dayîn.
Di semînerê xeteriyên hişbirê li ser rewşa tenduristiyê û pêşeroja mirovan hat şîrovekirin.
Her wekî rola malbatê û hevkariya bi hêzên ewlekariyê re di pêşîlêgirtina vê nexweşiyê de, hat nirxandin.
Di semîner de endamên Hêzên Ewlekariyê diyar kirin ku divê xwendekar rola xwe ya aktîv di dersînorkirina hişbirê de rabin û ji bo tevgerên bi guman wan agahdar bikin.
Xwendekaran jî pirs û nerînên xwe li ser awayên pêşîlêgirtina belavbûna madeyên hişbir, anîn ziman.
Di dawiyê de birûşûrên li ser xeteriya hişbirê hat belavkirin.



