Li Swîsreyê Çalakiya Rûniştinê ya bi aramnca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin, di hefteya 254’an de dewam kir.
Çalakiya her çarşem li ber avahiya NY’î ya li Cenevreyê, pêk tê.
Di çalakiya vê hefteyê de, şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hat bibîranîn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan Îbrahîm Yuksel axivî.
Yuksel diyar kir ku ji bo pêvajo bigihêje serî pêwîstî bi îradeyek siyasî heye û got:
“Gelê Kurd heta niha bedelên giran daye, kes nikare îradeya xwe li ser vî gelî ferz bike.
Divê hemû alî û bi taybet dewleta Tirk gavên cedî bavêje.”
Yuksel got, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin.
Heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, em ê her li qada bin.



