Li aliyê din Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê, bi aramnca paqijiya hawirdor û parastina xwezayê semîner da xwednekarên dibistanan, desteyê got, ev çalakiya wan wê li seranserî kantonê dewam bike.
Çalakî bi hevkariya endamên Desteya Jîngehê û rêveberiya dibistanan pêk hat.
Di çalakiyê de, çanda parastina daran û rola wê di parastina guherîna avhewayê de hat şîrovekirin.
Têkildarî çalakiyê endama rêveber ya Desteya Jîngehê Hêvîn Mişo axivî.
Hêvîn diyar kir ku aramnca wan pêşxistina girêdana nivişên nû bi ekelojî û jîngehê re û wiha got:
“Aramanca me pêşxistina hişmendiya giştî li gel zarokan ne.
Da ku sûdên çandina daran nasbikin û rola wê di parastina tenduristiyê de nasbikin.”
Hêvîn got, deriyê çalakiyê ji her kesî re vekiriyê û dikare beşdar bibe.
Di rewşa heyî de, em giringiyê didin xwendekarên dibistanan.



