Li Sûriyê û bi taybet li herêmên hikumeta veguhêz bûyerên kuştinê zêde bûye.
Li Derayê di encama êrişeke bi bombeyê 3 kes ji malbatekê birîndar bûn.
Her wiha li Humsê jî ciwanek kuştî hat dîtin.
Li gorî çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê li bajarê Senemên yê Derayê bi bombeyeke destan êrişî malbatekê hat kirin.
Di wê êrişê de ji malbatekê jinek û hevjînê wê û ciwanek birîndar bûn.
Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
Her wiha li taxa Zehrayê ya Humsê ku piraniya niştecihên wê Elewî ne cenazeyê ciwanekî 21 salî hat dîtin.
Piştî çend saetan ji windabûna wî kuştî hat dîtin û di serê wî de şopa guleyekê hebû.
Di kemînekê de 2 efserên gumrikê li gundewarê Helebê hatin kuştin
Her wekî çeteyên nenas kemînek ji 4 efserên gumrikê li herêma El-Zerba ya gundewarê Helebê pêk anîn.
Di encama wê de 2 efser hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.



