Li kantona Cizîrê ji sedî 93’yê xebatên belavkirina mazotê ji bo malbatan bi dawî bûne. Belavkirin ji bo malbatan, dibistan û deverên mîna mizgeft û dêran didome.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 15`ê Hezîranê (2025) ve Gerînendetiya Sotemeniyê mazota germkirinê belav dike û pêvajoya belavkirinê heta 1`ê Çileyê 2026`an dewam dike.
Ji bo her malbatekê 300 lître mazot bi 315 hezar lîreyên Sûriyeyê tê dayîn.
Li gorî daneyên ku me ji Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Cizîrê wergirtine, wan heta niha ji sedî 93’yê belavkirina mazotê ji bo malbatan bi dawî kiriye anku 116 milyon û 663 hezar û 100 lître mazot belav kiriye.
Her wiha li kantona Cizîrê ji 1`ê Kanûnê ve dest bi belavkirina mazotê ji bo dibistan, mizgeft û dêran hatiye kirin.



