Li Eyn Îsayê bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê, şahiyek ji astengdaran re hat lidarxistin.
Nivîsgeha Kar û Barên Civkaî û Karkeran a bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê şahiyek ji kesên astengdar re li dar xist.
Şahî li hola civînan a Meclisa Bajarê Eyn Îsayê bi beşdariya bi dehan astengdaran, şaneyek ji Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Kantona Firatê û rûspiyên herêmê hat lidarxistin.
Bi navê Navenda Astengdaran a Eyn Îsayê rêveberê navendê Ehmed El Ebid axivî û diyar kir ku ev roj ne şahiyek ji rêzê ye, lê belê nûjekirina berpirsyariya civakî ya li hemberî mafên astengdaran û piştgiriya wan e.
Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweser Farûq El Maşî anî ziman ku ew girîngiyeke mezin didin astengdaran û gelek mînak li ser astengdaran hene ku karîn hişmendiya civakê biguherînin.
Şahî bi gotina helbest û stranan û belavkirina şîraniyan li astengdaran bi dawî bû.



