Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di civîna çapemeniyê ya ku li navenda partiya wan de hat lidarxistin de di derbarê girtekên hevdîtina Îmraliyê ya bi Rêber Apo re hat kirin axivî.
Ayşegul Dogan di civînê de diyar kir ku divê pêvajo ji spekulasyonan re vekirî neyê hiştin.
Hemû guhdarkirinên komîsyonê yên ku heta niha kirin, em dikarin bi awayekî vekirî li ser malpera meclisê bibînin.
Sê endam çûn Girava Îmraliyê û birêz Ocalan re hevdîtin kirin.
Divê girtekên ku ji hêla her sê endaman ve hatine îmzekirin bi eşkereyî di komîsyonê de werin xwendin.
Divê tiştek veşartî nemîne.
Ayşegul Dogan di berdewamiya axaftinê xwe de got:
Divê hemû partiyên siyasî ji niha û pê ve ji bo demokratîkbûnê bi hev re bixebitin.
Divê em li ser van mijarên ku hemû Tirkiyê eleqedar dikin helwestek hevpar diyar bikin.
Ayşegul Dogan derbarê Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Navneteweyî ya ku dê ji aliyê DEM Partiyê ve were lidarxistin de jî got:
Divê astengiyên siyasî yên ku rê li ber beşdarbûna birêz Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî digirin werin rakirin.
Ne tenê birêz Îlham Ehmed, di heman demê de divê birêz Mazlum Ebdî karibin werin û biaxivin.



