Komên çekdar yên girêdayî hikûmeta Veguhêz bi dironekê êrîşê 2 gundên Dêr Hafirê kirin.
QSD’ê ragihand ku doh droneke hêzên Hikûmeta Veguhêz êrîşî gundên Îmam û Um Tîna yên Dêr Hafer, kir.
Hat diyarkirin ku heman komê bi çekên sekvanî deriyê Deir Hafer jî li herêmê kirin hedef.
QSD’ê da zanîn ku di encamê de zirar gihîşt milkên sivîlan û nuqteyên ku hatin hedefgirtin.
QSD’ê diyar kir ku êrîş bandorekî neyînî li ewlehî û jiyana rojane ya sivîlan dike .



