Rêber Apo 14’emîn Konferansa Meclisa Îştar ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê re peyam şand.
Rêber Apo di peyamê de dibêje, “Gelê Mexmurê ku mexdurê şer e di heman demê de Kirdeya Aştî û Civaka Demokratîk e jî.
Ez yeqîn dikim ku bi serketî encambûna pêvajoyê re wê rêya vegera wan ya li ser xaka wan jî vebe.”
Rêber Apo ji 14’emîn Konferansa Meclisa Îştar ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê re peyam şand û konferans silav kir.
Rêber Apo hêviyên xwe yên derbarê konferansê de ên bilindkirina têkoşîna jinan ya azadî û wekheviyê anî ziman û wiha got,
“Pergala demokratîk û komunal wê bi pêşengiya jinan pêşbikeve”
“Ez bi hêvîme wê erk û berpirsyariyên xwe yên di avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de bi cih bînin.
Demek nû despê dike. Pergala demokratîk û komînal wê di pêşengiya jinan de pêşbikeve.
Pêvajoya Demokratîk Komînalîst şêweyê civaka jin-dayîkê yê nûjenbuyî ye. Xwe gihandina rastiya civakî jî encex bi vê rêbazê dikare pêkan be.
Heya ku desthilatdariya mêr-serwer neyê derbaskirin, di qadên felsefe, zanist, etîk, estetîk û ol de heqîqeta civakî dernakeve holê.
Heya çanda zilamê desthilatdar ya di kurahiya civaka dema nû de veşartî neyê hilweşandin, weke Marksîzmê jî dayî îspatkirin serxistina Soyalîzmê jî ne gengaze.
Xwe gihandina Sosyalîzmê di azadiya jinê re derbas dibe. Bêyî azadiya jinê sosyalîstbuyîn nabe. Sosyalîzm nabe.
Di vê wateyê de bingehê xebatên siyasî, aborî, çandî yê meclîsa me ya jinên Mexmurê pêwîste li ser vê yekê pêk bê.”
Rêber Apo di nameyê de bal kişande li ser zehmetiyên gelê wargehê yên koçberiyê û wiha dibêje,
Rêber Apo: Cihê gelê me yê Mexmûrê ya di têkoşîna me de bê niqaş e
“Gelê meyê Mexmurê ku bi zorê ji cih û warên wan hatîn kirin, tevî hemu zehmetiyan, çewisandin û zilmê dest ji nasnama xwe, çanda xwe bernedan, di nava çolê de avakirina jiyanê biserxistin.
Bûne parçeyek ji têkoşîna azadiyê cihê wan yê di têkoşîna me de bê nîqaşe.”
Rêber Apo diyar kir vegera gelê Mexmûrê wê bi naskirina gelê Kurd ya di nava hiqûqê de bi wate û dibêje,
“Bi serketina pêvajoyê re wê rêya vegera wan ya li ser xaka wan vebe”
“Naskirina gelê Kurd ya di nava huquqê de, vebuna rêyên siyaseta demokratîk, misogeriya maf û azadiyê ji aliyê çareseriya mayînde ve giringe.
Vegera gelê Mexmurê jî di van mercan de wê bi wate be. Ji bo vegera li welat pêk were, pêwîste zemînê siyasî, huquqî û civakî were avakirin. Ne kesî û malbatî, vegera kolektîf di çarçoveya siyasî û huquqî de girtina dest mecburiye.
Gelê Mexmurê ku mexdurê şer e di heman demê de Kirdeya Aştî û Civaka Demokratîk e jî.
Ez yeqîn dikim ku bi serketî encambûna pêvajoyê wê rêya vegera wan ya li ser xaka wan jî veke, di vê çarçoveyê de gelê me û konferansa we silav dikim.”



