Li Kampa Penaberan a Mexmûrê bi dirûşma “Em Komun û Civaka Demokratîk bi rêxistin bikin, bi Rêbertî jiyana azad ava bikin” Konferansa Meclisa Îştar a 14’emîn tê lidarxistin.
Eywana konferansê bi wêneyên Rêber Apo, şehîdên pêşeng ên jin, hat xemilandin.
Konferans bi amadebûna 400 delegeyan bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Hevseroka Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fatma Bîlen axaftina vekirinê ya konferansê kir.
Fatma Bîlen Konferans li Rêber Apo û gel pîroz kir û got:
“Em hêvî dikin ev konferans, bibe wesîleya ku kar û xebatên xurt bêne meşandin. Em li dijî sîstema qirker têkoşîna jinê hin xurtin bikin.
Emê vê konferansê bikin gava yekem ya serketinê. Ji bo hemû pêşengên ji bo têkoşîna jin xwe feda kirin emê xwe hîn bêhtir rêxistin bikin.
Em di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de wek jin rola xwe bileyîzin.”
Piştî axaftina vekirinê perspektîfên Rêber Apo û raporên du salan hatin xwendin.



