Ji ber hişkesaliyê û kêmbûna rêjeya baranê, bandor li ser sewalvaniyê û bi taybetî jî li hêştirvaniyê çêbû.
Ev jî bû sedem ku xwediyên deveyan bang li aliyên berpirs bikin ku ji wan re êm peyda bikin.
Girêdayî mijarê Fehid El Debcan ê ji qebîleya Mewalî ku li gundewarên Holê deve xwedî dikirin, got:
Ji 10 salan ve, îsal herî zêde zehmetî li pêşiya xwediyên hêştiran derketin.
Di serî de hişkesalî, kêmpeydabûna êm û tunebûna rûberên berfireh ji bo çêrandina hêştiran.
El Debcan got gelek xwediyên deveyan neçar man ku berê xwe bidin derdora gola Xatûniye .
El Debcan bang li saziyên Desteya Sewalvaniyê kir ku wekî cureyên din ên sewalan, êm peyda bikin.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 3 salên dawîn de rêjeya baranê pir kêm bû.
Ji ber wê jî giyayên ku ji hêştiran re dibin êm zêde şîn nebûn.
Îsal krîz kûrtir bû, piraniya rûberên zeviyan ên ku giyayên ji bo deveyan lê şîn dibin, bê şînkatî man.
Di encamê de lêçûna xwedîkirina hêştiran zêde bû.



