Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andriy Sibiga duh ji Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê re got Ukrayna li aştiyeke rastîn bi Rûsyayê re dixwaze.
Berî civîna kabîneya salane ya rêxistinê, Sibiga got:
“Em hîn jî navên kesên ku li Munihê ya Almanyayê xiyanet li nifşên pêşerojê kirin bi bîr tînin.”
Divê ev yek careke din çênebe. Divê di rêgezan de tawîz neyê dayîn û em hewceyê aştiyeke rastîn in”
Sibiga spasiya Amerîkayê ji bo hewldanên wê yên parastina aştiyê kir û soz da ku Ukrayna dê “her derfetek gengaz bikar bîne da ku vî şerî biqedîne.”
Her wiha Sibiga got:
“Ewropayê di demên berê de gelek peymanên aştiyê yên neheq îmze kirine. Hemûyan bûne sedema karesatên nû.”
Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê ku ji 57 dewletên endam pêk tê, di dema Şerê Sar de wekî forumek sereke ji bo diyaloga Rojhilat-Rojava derket holê.
Di salên dawî de rêxistin gelek caran ketiye rewşek bêçalaktiyê, Rûsya astengî li pêşiya pêkanîna biryarên girîng kiriye û rêxistinê bi wê yekê tawanbar kiriye ku di bin kontrola Rojava de ye.



