Meclisa Efrîn û Şehbayê ya bajarê Hesekê ji bo 1300 malbarên koçber mazota germkirinê belav kir.
Endamê Meclisa Efrîn û Şehbayê Delîl Hesen diyar kir ku belavkirina mazotê li Hesekê dest pê kiriye û wiha got: “Li Hesekê û gundewarên wê û bajarên Dirbêsiyê û Til Temirê 1600 malbatên koçber hene û heya niha li 1300 malbatan hatiye belavkirin.”
Delîl diyar kir ku ji bo her malbatekê 200 lître hatiye diyarkirin, lê ji bo yên di dibistanan de 300 lître ye.



