Li Şedadê bi armanca pêşdebirina çanda tevkariyê di navbera şênî û saziyan de û paqijkirina bajar, xebatek hat destpêkirin.
Xebata paqijiyê vê sibehê ji pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Şedadê bi beşdariya endamên PYD’ê û komîteyên xizmetguzariyê û hejmareke şêniyan dest pê kir.
Di çarçoveya xebatê de kolanên sereke û şaxî, qad, çerxerê û naverê ji toz û qirêjê hatin paqijkirin.
Der barê mijarê de ji rêveberên Meclisa PYD’ê ya Şedadê Ewda El Hisên ku beşdarî vê xebatê bûye, got: “Bi armanca parastina paqijiya bajarê me û sepandina têgeha xebata hevbeş di navbera tevahî pêkhateyên civakê de, me û hevalên me yên di sazî û komîteyên bejar de me ev xebat daye destpêkirin. Paqijî ne karekî xizmetî tenê, lê di heman demê de reftarekî şaristanî ye ku hişemendiya civakê û tevkariya wê nîşan dide.”
El Hisên di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku armanca vê xebatê xurtkirina rihê xebata dilar û başkirina hawirdorê jî ye. Her wiha îşaret pê kir ku ev xebat dê di başkirina asta tenduristiya giştî û pêşxistina rewşa xizmetguzariyê de bibe alîkar.
Şêniyên tev Ii xebatê bûne jî diyar kir ku ev kar rihê kollektîf geş dike û da zanîn ku ew amade ne di siberojê de jî beşdarî xebatên din ên bi vî rengî bibin.



