Şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Behrî Serê Kaniyê 5 mijdarê li bajarê Holê şehîd bû, îro bi merasîmekê li Til Temirê hat oxirkirin.
Ji bo oxirkirina şehîd bi sedan şêniyên Til Temirê û koçberên Serê Kaniyê beşdarî merasîmê bûn.
Di mersîmê de hat gotin, ji 14 salên şoreşê ve, gel bi xurtî li hemberî zulmê li ber xwe dide, bi lehengî li hemberî tirsê şer dike û bi israrê li hemberî dagirkeriyê têdikoşe.
Wan piştrast kir ku ew ê gav paşde neavêjin, ji ber rûmeta gel û siberoja nifşan diparêzin.”


