Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî ji bo peyamên dawî yên Rêber Apo got, “erênî, maqûl, binirx û biryardar” in.
Bahçelî dibêje ku ew ê baskê duyemîn ê teyrê aştiyê pê ve bikin û her kes dê bibe şahidê firîna wê.
Dewlet Bahçelî di civîna partiya xwe de pesnê peyamên Rêber Apo da û got:
“Li dijî van peyaman dijderketin û berevajîkirina pêvajoyê bêwate ye. Her kî hewl bide bikeve pêşiya vê pêvajoyê wê li herdu dinyayan jî bikeve binê gunehkî ku nikare ji binî derkeve.”
Dewlet Bahçelî got divê ew vê firsenda dîrokî ji dest nedin.


