Serokwezîrê Îsraîlê Binjemin Netanyahu ji aktîvîteyeke New York Tîmes re axivî û destnîşan kir ku çi hêsanî çi jî bi zorê ew ê Hemasê bêçek bikin.
Her wiha dubare kir ku ew ê nehêlin dewleteke Filistînê ava bibe.
Netanyahu bal kişand li ser Îranê jî û da zanîn ku karê wan hêna bi Îranê re bi dawî nebûye.
Serokwezîrê Îsraîlê got ew ê rûyê Rojhilata Navîn biguherînin û got “Me tenê şerê Hamasê nekir. Me şerê Hizbullah, rejîma Esad, milîsên li Iraqê, Hûsiyan, Îranê kir. Em bi ser ketin. Ev şer wê ti carî neqede.”
Netanyahu tevî fermana girtinê ya Dadgeha Cezayan a Navneteweyî jî got: “Ez ê biçim New Yorkê û ka em bibînin wê çi bibe.”
Her wekî derheqê şertê Eribstana Siûdî yê tevlîbûna li Peymana Ibrahîmî jî piştrast kir ku ew ê destûrê nedin dewleteke Filistînê. Lê berfirehbûna Peymanên Brahîmî di berjewendiyên her kesî de ye.



