Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji Konferansa Aşitî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî re peyamek şand.
Barzanî diyar kir ji bo pêk anîna aramî û aşitiyê ew amade ne bi rola xwe rabin û got, “Divê aşitî neyê astengkirin.”
Barzanî di peyama xwe de diyar kir ji tundiyê encam nayê bi destxistin û got,
“Niha em dibînin ku ji bo aşitiyê deriyek vebûye. Avakirina aştiya li Tirkiyê wê bandorê li tevahiya herêmê bike.
Em dibêjin ku guftûgo wê destketiyên mezin bi xwe re bîne. Herêma Kurdistanê amade ye ku ji bo pêkanîna aramî û aşitiyê rola xwe bilîze.
Dibe ku astengî hebin lê belê divê aşitî neyê astengkirin. Ez spasiya her du aliyan dikim ku rewşekî aştiyane ava kirine.
Em Serok Ocalan pîroz dikin. Ji ber ku ji bo pêkanîna aşitiyê ew kelecan nîşan daye, ji ber ku ji bo pêkvejiyanê ew îrade nîşan daye.
Em dizanin ku pêşeroj wê li ser aştiyê were avakirin.”



